8`ê Marsa 2022`an; 47 haletên serkutkirina jinan li Kurdistanê

10:50 - 8 Adar 2022

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê bi boneya 8`ê “Mars” roja cîhanî a jinan, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê jinan li Kurdistanê û xisarên civakî (xwekujî û kuştina jinan), li meha Marsa sala 2021`an heta Marsa 2022`an kiriye.

Di rapora yekem a amarî de bas ji haletên binçavkirin, gazîkirin, sepandina cezayan, kuştin û birîndarbûn ên bi sedema teqîna mîn û binpêkirina mafê girtiyên jin ên siyasî li girtîgehan tê baskirin.

Binçavkirin, 24 halet, sepandina cezayan 6 halet, gazîkirin bo îdareya Îtila`atê 4 halet, kuştin û birîndarbûn bi sedema teqîna mîn 4 halet û binpêkirina mafê girtiyên jin ên siyasiyên Kurd li girtîgeh û girtîgehên ewlehî, 9 halet.

Ev rapora bi piştrastkirin bi amarên tomarkirî li Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê ye ku xwe lipeykevtiye û piştrast kiriye, belav dike.

Biyava çalakiyên jinên binçavkirî:

5 çalakvanên medenî û çandî, 1 xwendkar, 2 çalakvanên jîngehparêz, 2 çalakvanên jinan û 1 çalakvana kedkarî

rola rasterast a hêzên navendên hikûmetî li ser binçavkirina jinan li Kurdistanê:

Hemû ew jinane ji aliyê navendên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Nerohniya qedera 17 kes û cihê ragirtin 13 kes li wan jinan piştî binçavkirinê.

Êrîş bo ser mala 6 kes ji wan jinan û vekolîna mala wan.

Herwisa keresteyên kesîn ên 2 kes ji wan jinan ku di dema binçavkirinê de hatine zevtkirin.

Divê bê gotin ku tohmetên sepandî li ser binçavkiriyan nexuya ne, lê piraniya haletên binçavkirî bi tohmetên “ewlehî” û bi rohnî “hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî” bi wan dane.

Cezadan bo girtîgeh û cezayên din: 6 halet

17 sal û 8 meh û 1 roj girtîgeh

6 sal û 6 meh girtîgeha ragirtî

Endambûn li Partiyên Kurdî, piropagende li dijî nizamê û hevldan li dijî tenahiya netewî ji wan tohmetane bûne ku bi ser binçavkiriyan hatiye sepandin.

Gazîkirin bo îdareya Îtila`atê: 4 halet

Şilêr Qadirnijad û Mehtab Qadirnijad, bi tohmeta hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî

Hacer Se`îdî, çalakvana kedkarî bi sedema çalakiyan

Malbata (xwîşkên) Kiyûmers Letîfî; çalakvanên medenî

Kuştin û birîndarbûn bi sedema teqîna mîn: 4 halet

Di îsal de 4 jin: 2 jinên zozançî li bajarê Kirmaşanê û 2 jinên Îlamê ku rastî teqîna mînê hatibûn yek ji wan hatiye kuştin.

Binpêkirina mafê girtiyên siyasî yên jinên Kurd ji girtîgehê û girtiyên ewlehî: 9 halet

5 haletên girevgirtina birçîbûnê

Rêgirîkirin ji hevdîtina Suheyla Hicab

2 haletên bêparkirina Mûjgan Kavûsî ji destpêregihîştina bi pizîşk

1 halet lêdana girtiyên siyasî; Xedîce Mehdîpûr, girtiya siyasî ji aliyê hêzên girtîgehê. 

Navên girtiyên siyasiyên jinên Kurd li girtîgehên komara Îslamî ya Îranê:

Zeyneb Celaliyan girtiya heta hetayî, Sekîne Perwane, Suheyla Hicab, Sinûr Tarama, Zara Mihemedî, Xedîce Mehdîpûr û Şine Ehmedî.