8’ Welatiyên Kurd Li bajarên Sinê û Rewanserê hatin binçav kirin

13:32 - 4 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê 8 welatiyên xelkê bajarên Sinê û Rewanserê binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 1’ê Gulana 2013’an 3 welatiyên xelkê bajarê Rewanserê bi sebebek nediyar ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin binçav kirin û jibo cihek nediyar hatin veguhastin.

nave 2 kes ji wan girtiyan pêkhatine ji: Adil Muradî temen 27 salî û kurê Esed, Neman Menûçêhrî hatine ragehandin û heta dema bilavbûna vê nûçeyê nave kesê din nehatiye zanîn.

her wisa roja Çarşemiyê 5 welatiyên xelkê bajarê Sinê ku yek ji wan jin bûye, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin.

nave 4 kes ji wan girtiyan “Ferdîn Qadirî, Aram Zendî, Şapûr Husênî û Celîl Mihemedî hatiye ragehandin.

Tê gotin ku ev çar kese ji çalakên Kedkarî bûne û yek ji wan girtiyan piştre ji aliyê hêzên Îttlatî serbest tê berdan.