8 welatiyên Kurd li bajarê Pawê hatin girtin

13:16 - 12 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hejimarek din ji welatiyên Kurd li bajarê Pawê binçav kirin û jibo cihek nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa,sibêdeya roja 11’ê Adara 2013’an 8 welatiyên Kurd ku nasnameya kesek ji wan binavê “Gorna Behramî”eşkere bûye, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Çavkaniyek haydar bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê ragehand, welatiyên han jibo zîndana “Dîzêl Abad”a bajarê “Kirmaşan”ê hatine veguhastin.

Heta dema bilav bûna nûçeyê sedem û sebebê girtin û nasnameya wan 7 kesên din nehatiye zanîn.

Seva rewşa ewlehî bûna bajarê Pawê û hereşeya hêzên ewlekariyê li malbatên girtiyan, girtina wan welatiyan bi awayek hevce di mêdyayan de nehatiye bilav kirin.

Di heyamê 2 heftiyên bihurî de pitir ji 20 welatiyên Kurd li bajarê Pawê ji aliyê hêzên Îttlatî hatine girtin.