70 nûçe gihan li sala 2013 de canê xwe ji dest dane

13:48 - 1 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: sala 2013 bo jornalîst û raportêrên cîhan salik baş nebûye û li vê mideyî de 70 raportêr hatine kuştin û bi 10an jornalîst hatine girtinê.

Komîta bergirî ji jornalistên cîhan li raportik de weşandiye, li sala 2013 û rojên kuta bûna vê salê de 70 raportêr li dema xebitîn li karê xwede canê xwe ji dest dane.

Gorekî raporta vê senterê, 2 ji 3a can ji dest danan li dema berev kirina nûçan li rojhilata nawîn de bûne.

\"17621.jpg\"
Komîta bergirî ji jornalistên cîhan
Li raportê de hatiye, dosya 25 jornalîstên din jî her wekirî mane û heya niha ron nebûne ku ka li dema xebitîn li ser karê jornal de canê xwe ji dest dane an li sedem qewimiyên din de bûne qurbanî.

Komîta bergirî ji jornalîstan ew jî xiste rû, %36a raportêr û jornalîstên ku canê xwe ji dest dane, li dema şer û levdana dijberan de bûne qurbanî û %20ê din jî li dema bi cî anîna operasiyonên bi metirsî de mirine.

Ev raport wê jî dide berçav, li welatê Sûriyê li sala 2013 de pir bi xwîn tirîn sal bo jornalîst û raportêran bûye û li vî mideyî de 60 raportêr û jornalîst ji li vî welatî de hatine revandin û heya dema weşîna vê raportê, 30 kes ji raportêrên hatî revandin, sernivîsa wan nerone yan hatine girtin û nehatine berdanê.

Welatên Êraq, Misr, Somalî û Hindistan jî dû welatê Sûriyê bi metirsîdar tirîn û kujer tirîn cî bo jornalîstan şanî kirine.

Li vê raportê de jî şani hindê hatiye kirin ku li girtîgehên welatê Tirka,Îran û Çîn, zortirîn hejmara jornalîstên hews kirî hene.