7 xwendkarên Kurd hatine binçavkirin

11:53 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 20ê Befranbarê 7 xwendkarên Kurd yên bi navên “Ferzad Samanî, Salar Rehewî,Suheyb Badrûc,Deriya Talebanî,Şepol Xizirî, Efşîn Mamehmedî û Sîrwan Nûrî” li cihê mana xwe li zanîngeha Xarezmî hatine binçavkirin û bo cihek nediyar hatine veguhastin.

Pêka çavkaniyekî agehdar 20 kes ji hêzên ewlehî êrîş kiribûne ser cihê mana wan di zanîngeha “Xarezmî”a bajarê Kerecê de û piştî vekolîna cihê wan, ew 7 xwendekarên Kurd binçavkirin.

Ferzad Samanî û Suheyb Badrûc xwendekarên qûnaxa karnasiya bilind a Komelnasî li zanîngeha “Xarezmî” ne

Di nava wan 7 xwendekarên ku hatine binçavkirin, tinê “Suheyb Badrûc” xelkê bajarê Merîwanê ye, ew 6 ên din xelkê bajarê “Mihabad”ê ne.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê ti zanyariyêk ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 7 xwendekaran Kurd de hatiye sepandin li ber dest de nîne.