7 welatiyên Şinoyî bo îdareya Îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin

17:36 - 31 Adar 2022

Roja Çarşemî 10`ê Xakelêweyê, 7 welatiyên Kurd ên bi navên “Riza Îslamdust, Saman Resûlzade, Sen`an Resûlzade, Diyako Mihemedgewrî, Hadî Hesenzade, Eşkan Şikak û Umîd Îslamdust”, xelkê “Nelos” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatine gazîkirin û lêpirsîn digel wan hate kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew 7 welatiyên Kurd bi sedema beşdarîkirin li rêûresma Newrozê û ji rêya peywendiya telefonî ve, bo îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê hatine gazîkirin.

Ew welatiyane piştî çend demjimêr lêpirsîn bi vergirtina soznameya nivîskî hatine azadkirin.

Hevdem digel destpêka sala nû, hêzên garda taybet û dije şoreş, li çend şeqamên bajarê Şinoyê êrîşkirine ser rêûresma Newrozê û digel xelkê tûşî şer û pevçûnan bûn.  

Hêzên garda taybet û dije şoreş, bona belavkirina xelkê mifah ji gaza rondikrêj û gulleyên ciftê vergirtibûn.