7 welatiyên Kurd bo îtila`ata Spaha Pasdaran hatine gazîkirin

17:58 - 18 Tebax 2020

Roja Yekşemî 25`ê Gelawêj, 7 welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Sûsenî, Erestû Azerpûr, Vahid Direxşaniyan, Muhsên Kerîmî yê temen 32 sal, Yasîn Kerîmî  yê temen 25 sal, Soran Gulmehemedî temen 24 sal û Se`dî Gulmehemedî temen 28 sal”, xelkê bajarê Sahib a ser bi Seqizê, ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatine gazîkirin û lêkolîn digel wan hate kirin.

Hêzên ewlehî ew 7 welatiyên Kurd bi sedema “çalakî kirin di nav torên civakî de bo piştîvanîkirin li tevgera Kurdistanê” gazî kirine.

Hêzên ewlehî êrîş kirine ser wan 7 welatiyên Kurd de ku bi egera domkirina çalakiyên xwe di nav torên civakî de bo piştîvanîkirin li tevgera Kurdistanê, dê pêka yasa digel wan reftarê bike.

Ew 7 welatiyên Kurd, piştî çend demjimêran lêpêçînkirin hatibûne azadkirin.