7 Kurd ên Sunne paş 6 sal zindan hîna bi fermî nehatine darizandin

15:50 - 31 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa kurdpa: 7 çalakvanên Kurd ên Sunne, di sala xwe ya 6’mîn de, hîna çarenivîsa wan ne zelal e û dose bo wan nehatiye vekirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 7 girtiyên bi bawer(Eqîdetî) ên Mehabada rojhilatê Kurdstanê, ji sala 2009’an ve hatine girtin û bu çendîn car bi dozgeriyê hatine vexwendin.

Girtiyên han heya niha bi awayekî fermî tometa wan a muhtemel nehatiye eşkere kirin, lê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, dixazin bi eşkence û destê zorê îtirafan ji wan bistînin û tometê bi wan bidin eşkere kirin.

Eyûb Kerîmî kurê Umer, Enwer xizrî kurê Mihemmed, Dawûd Ebdulllahî kurê Mehmûd, Kamiran Şêxe kurê Elî, Xusrow Beşaret kurê Ebdullah, qasim Ebiste kurê Mustefa û Ferhad Selîmî kurê Mecîd, nasnameya Kurdên Sunne ên girtî li zindana Kerc a Îranê de ye.

Çavkaniyên agah, bê tawanbûna wan girtiyan ragihandine, lê hikûmeta Îslamiya Îranê hertim wan bi tometên muhtemel ên wek “fesada ser erdê”û şer ligel Xwedê(meharib)bang dikin.

7 girtiyên bi bawer, bi nivîsîna nameyên cur bi cur, ji civakên Nawneteweyî ên parastina mafên mirovan xwestin daku rewşa xirab a wan di zindanên hikûmeta Îslamiya Îranê de berçav bê girtin û ji wan navendan xwestin liser wê pirsê, hikûmeta Îranê agahdar bikin.

Gorî Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 34 zindaniyên Sunne ên mehkûm bi îdam, li zindana Recayîşehr a Kerecê de ne ku ji wan kesan 25 kes hukmê darvekirina wan bi yeqîn hatiye pejirandin, lê 5 kesên din hêwiya hukmê dawîn ê Kunseya Bilind a welatê Îranê mane û 4 kesên din jî dixazin doseya wan lêkolîn liser bê kirin.

Tevahiya girtiyên zindana Recayîşehra Kercê, bi tometa şer ligel Xwedê (muharibe) û endametiya girûpên Selefî( bi bê parêzer) bi îdamê hatine mehkûm kirin.