7 kes ji endamên heyeta zanîngeha bajarê Kirmaşanê û mamosteyên zanîngehê li ser kar hatin vêde birin

13:26 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2022

Şêwreya Sinfî ya Zanîngeha Dermansazî a bajarê Kirmaşanê ragihandiye ku, 7 mamosteyên wê zanîngehê ku endamên heyeta zanîngeha Kirmaşanê bûn li ser kar hatine derixistin.

Di çend rojên derbasbûyî de, dîmenên rêûresima bidawî hatina xwandina xwandekaran di nav torên civakî de hatibûn belavkirin, hatiye ragihandin ku rêûresim li demjmêr 7`ê êvarê heta 12`ê şevê berdewam bûye û piştî bidawî hatinê mamosteyên mêhvan ev der terkandine, tenê xwanekar û malbatên wan mane û bihevre govend û dîlana Kurdî lidar xistine û her bi wê hincetê ew 7 mamoste li ser kar derixistine.

7 mamosteyên zanîngeha Dermansazî ya bajarê “Kirmaşan”ê, û endamên heyeta zanistî a wê zanîngehê bi destûra Cihgirê Perwerdehî ya Zanîngehê “Siyaweş Wezîrî” bi sedema beşdarîkirin di rêûresima bidawî hatina xwandina xwandekarên beşa Dermansaziyê li ser kar hatine derixistin.

Li derheq derixistina wan 7 mamosteyan, berpirsê Pêwendiyên Giştî ya Zanîngeha Kirmaşanê û Şêwreya Sinfî ya wê zanîngehê di daxuyaniyekê de ragihandine ku: “ Îcazeya wê rêûresimê ji aliyê cihgirê Perwerde û Çandê ya zanîngehê hatibû red kirin.”

Hêjayê baskirinê ye ku, di nav wan mamsoteyên hatinî derixistin pirofîsor û mamosteyên yekem di warê zanistî de jî he ne.