61 welatiyên Kurd di meha Xezelwera sala 1399an de hatine binçavkirin

17:11 - 23 Çirriya paşîn 2020

Pêka amara tomarkirî ji navenda amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê di meha Xezelwer a sala 1399an de, bi giştî 61 welatiyên Kurd li Kurdistana Îranê, hatine binçavkirin.

57 kes hatine binçavkirin û 4 kes jî bo derbaskirina heyama hepsa ku bi ser wan de hatiye sepandin hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin.

Sedem û çawahiya binçavkirina welatiyan:

Hêzên ewlehî: 39 Kes

Hêzên leşkerî: 22 kes (22 kolber hatine binçavkirin)

Nerohniya çarenivîs û veguhastina welatiyên ku piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya: 34 Kes

Êrîş û vekolîna mala welatiyan ji aliyê hêzên ewlehî ve: 4 Halet

Zevtkirina keresteyên kesî yên welatiyan: 1 Halet

Lêdan û azar û îşkence di dema binçavkirinê de: 1 Halet

Tohmetên xistinî ser wan di dema binçavkirinê de:

Alîkarî digel Partiyên Kurdî: 1 Halet

Alîkarîkirin digel Saziya Mocahidîna Xelq: 3 Halet

Çalakvanên olî yên sinîmezheb: 3 Halet

Pêşîgirtin û zevtkirina mer û malatên welatiyan ji aliyê hêzên leşkeriyan ve: 5 Halet

Dibe bê gotin ku li wê mehê zêdetirîn girtî li Rojhilata Kurdistanê bi komel bûne û bi taybetî

11 kes ji bajarê Pîranşehrê

8 kes ji bajarê Merîwanê

3 kes ji bajarê Sewlava

5 kes ji gundê (Zerdo)ê yê ser bi bajarê Paweyê  

22 kolber bi awayekî girûpî hatine binçavkirin

Amadekirin: Evîn Mistefazade