60 Welatiyên Kurd Li Bajarê Urmiyê Hatin Destbiserkirin

12:16 - 5 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: 60 welatiyên Kurd roja 03.01.2012-an di dema xwenîşandina berdem balyozxaneya Tirkiyê li bajarê Urmiyê bo mehkûmkirina kuştina xelkê sivîl yên Şirnaxê, ji aliyê hêzên Îranê hatin destbiserkirin.


Piraniya girtiyan ku xwendekar bûn piştre bo girtîgeha hêzên întizamî hatin veguhastin.

Sibêdeya roja 29.12.2011-an li enca êrîşa balafirên Arteşa Tirkiyê bo ser xelkê sivîl yên gundê Roboskî ya ser bi parêzgeha Tirkiyê, 35 welatiyên sivîl hatin kuştin û beşek din jî birîndar bûn.