6 welatî li bajarên Kurdistanê hatine binçavkirin

16:41 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Îro Çarşemî 24ê Befranbarê, sê endamên malbatekê yên bi navên “Ebdullah Hacîehmedî, Peyman Hacîehmedî, kurê Ebdullah û Gelawêj Ebdullahî hezkiriya Peyman” xelkê bajarê Nexedeyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew sê welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Sêşemî 23ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Adil Perwaze”, temen 27 salî kurê “Rehman” û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Herwisa roja Duşemî 22ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Husên Gerdşî” xelkê bajarê Bokanê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Li heman rojê li bajarê Mihabadê, welatiyekî din yê bi navê “Hesen Ebdî” hate binçavkirin û ji qedera navbirî ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 6 welatiyên Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.