6 girtiyên Kurd li girtîgeha Urmiyê hatin bidarvekirin

21:32 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Dezgeha dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê, hukmê bidarvekirinê ya 6 girtiyên Kurd li girtîgeha nawendî ya bajarê Urmiyê birêvebir.

Ligorî rapora Ajansa nûçegihaniya Kurdpa yê, îro Çarşemî berwarê 27’ê Tîrmeha 2016’an, 6 girtiyên Kurd bi navên Mecîd Hêrkûlî, Rehman Fûladî, Mocteba Şîrxanî, Ebdullah Qadirî, Elî Tel’etî û Çngîz Şîrî, li girtîgeha “Derya” ya bajarê Urmiyê hatin bidarvekirin.

Ev 6 kes liser biryara dezgeha dadweriyê ya Komara Îslmaî ya Îranê bi tawana bazirganî bi madeyên hişber bi cezaya bidarvekirinê hatibûn mehkûmkirin û, ji dema dadgehîkirinê ve heya çaxê bidarvekirinê, li bendên 12 û 14 yên girtîgeha “Derya” ya bajarê Urmiyê de binçav bûn.

Heya niha tu nawendeke fermî ya ser bi Komaara Îslamî ya Îranê seba bidarvekirina wan 6 girtiyna daxûyaniyek belav nekirine, tenanet dozgeriya giştî ya bajarê Urmiyê jî, di vê derheqê de bêdeng e.

Eva di demekî de ye ku roja Dûşemiya vê heftiyê jî girtiyekî Kurd li girtîgeha bajarê “Sonqor” a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, weke “Qesas” hate bidarvekirin.

Ligorî amarekî ku rêkxistina mafê mirov a Îranê belav kiriye, bi aliyê kêm ve 250 kes ji roja 11’ê Befranbara sala derbazbûyî ve, heya 30’ê Pûşpera îsal, di girtîgehên Îranê de, hatine bidarvekirin.

Piraniya kesên ku li Îranê de tên bidarvekirin, bi tometa “Madeyên Hişber” û “Qetl” ê tên bidarvekirin.