565 haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê

12:27 - 26 Îlon 2021

Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke amarî de, îşare bi girîngtirîn haletên binpêkirina mafê mirovî li Rojhilatê Kurdistanê li heyama 6 mehên destpêka sala 1400`an kiriye ku kurtiyek ji wê raporê bi wî awayî ye:

Binçavkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 247 halet

Sepandina Cezayên girtîgehê li ser welatiyên Kurd: 37 halet

Kuştin û birîndarkirina kolberan: 132 halet

Kuştin û birîndarbûna welatiyan bi sedema teqîna mîn û alavên şer: 13 halet

Îdamkirina welatiyên Kurd li Kurdistanê: 136 halet

 Binçavkirin:

Rêjeya binçavkiriyan: 247 kes

233 kes di wê heyamê de hatine binçavkirin

Herwisa 14 kes jî bo derbaskirina heyama cezaya xwe ku piştre bi ser wan de hatibû sepandin, hatine binçavkirin û bo girtîgehê hatine veguhastin.

12 kes ji wan jin bûne.

Çarçoweya çalakiyên binçavkiriyên ku hatine rohnkirin:

3 çalakvanên medenî û çandî, 7 çalakvanên jîngeparêz, 2 xwêndekar, 5 çalakvanên kedkarî, 1 rojnamevan, 5 çalakvanên Sunnî mezheb, 2 girtiyên siyasî yên berê, 1 verzişwan, 1 Yarsanî, 1 endamê mekteba Quran, 1 malbata girtiyê siyasî, 17 neraziyên sala 1400`an, 1 mamosta.

Çawatî û aliyê binçavker ê welatiyan:

Binçavkirin ji aliyê hêzên ewlehî ve: 234 halet

Qedera nexuya piştî binçavkirinê: 208 halet

Cihê nexuya piştî binçavkirinê: 184 halet

Êrîş û xirabkirina xaniyan li dema binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve: 32 halet

Zevtkirina keresteyên kesîn: 23 halet

Îşkence, lêdan û bêrêzîkirin di dema binçavkirinê de: 32 halet

Tohmetên sepandî li dema binçavkirina wan kesan ku hatiye rohnkirin:

Têkdana hizra giştî: 23 halet

Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî: 19 halet

Birêvebirina rêûresma Newrozê: 18 halet

Beşdarîkirin li xwenîşandanên giştî di bajarê Kirmaşanê de: 17 halet

Piropagende li dijî nizamê: 5 halet

Nîşandana nerizayetî li derheq manora selefiyên tundrew li Kurdistanê: 4 halet

Çalakiyên Olî: 8 halet

Birêvebirina rêûresma roja kedkaran: 2 halet

Bilindkirina ala Kurdistanê: 2 halet

Bêrêzî bi pîroziyan: 2 halet

Vajokirin bo nîşandana nerizayetiyê li derheq menca binçavkirina welatiyên Kurd di Kurdistanê de: 1 halet

tevlîbûn bi kempêna “na bo komara Îslamî”: 1 halet

Çalakiya siyasî: 1 halet

Hevkarînekirin digel hêzên ewlehî: 1 halet

Zanyariyên zêdetir:

104 kes ji rêjeya binçavkirina menca berfireh a demsala Zivistanê di Kurdistanê de bûne. Ew mence binçavkirinê zêdetir ji 15 bajarên Kurdistanê li xwe girt.

39 kes ji binçavkiriyan jin bûne.

Menca yekem a binçavkirinan di Kurdistanê de li sala 1399`an, binçavkirina 27 kes li bajarê Bane, Şino, Pîranşar, Mihabad û Sine li xwe girt.

Herwisa menca duyê di meha Pûşpera sala 1399`an de, binçavkirina 23 kes li bajarê Mihabadê, Şino û Pîranşehrê li xwe girt.

2 kes ji binçavkiriyan, temenên wan jêr 18 saliyê bûye. (Arêzû Mistefayî û Pêşewa Rehmanfer)

Piraniya welatiyên binçavkirî di dema binçavkirina demkî de ku nêvenciya binçavkirina wan li navbera 1 heta 2 mehan bûye, ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbartên xwe hatibûne bêparkirin.

Piraniya haletên binçavkirinê, bi bê hebûna belgeyên yasayî bûne.

18 kes li peywendî digel birêvebirina rêûresma Newroz di Kurdistanê de hatine binçavkirin, herwisa rêjeya gazîkiriyan gihîştiye bi 50 kesan.

Piraniya binçavkiriyan di qonaxên dadgehî kirinê de bi tohmeta “tenahî” û “hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, hatine tawanbarkirin.

Du çalakvanê medenî yên xelkê bajarê Merîwanê û endamên “Mala Însan” li bajarê Merîwanê “Sureya Heqdûst û Aram Fethî”, zêdetir ji yek heftî ye ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û ji qedera navbiriyan ti zanyariyek li ber dest nîne.

15 kes li meşa xwenîşandanên giştî yên sala 1400`an di bajarê Kirmaşanê de hatine binçavkirin ku di wê amarê de îşare bi navê 15 kesan hatiye kirin, lê çavkaniyên xwecihî hejmara binçavkiriyan zêdetir ji wê rêjeyê ragihandine. Temenê çend kes ji wan binçavkiriyan jêr 18 saliyê ye.

Divê bê gotin ku li dawiya meha Junê heta Augustê mencek ji binçavkirin li bajarên Bokan, Mihabad, Şino, Pîranşehr û Sinê qewimiye.

welatiyên Kurd ên Cezakirî bi girtîgehê û cezayên din

 rêje: 37 kes

2 kes ji wan kesan jin bûne.

Çawahiya wan cezayan ku bi ser wan de hatiye sepandin:

Girtîgeh ate`izîrî: 238 sal û 8 meh û 44 roj

Girtîgeha ragirtî: 4 sal û 7 meh

Dûrxistin bo girtîgehên dûr ji cihê rûniştina wan: 2 kes

Rêgirî ji derketin ji Îranê: 1 halet

Cezaya nextî: 275 milyon Tumen

lêdana qamçî: 240 derbên qamçiyan

Dayxistina navendên dermanî bo heyama 2 salan: 1 halet

Çarçoweya çalakiyên beşek ji wan welatiyan:

Çalakvanê Sunnî mezheb : 5 halet

Çalakvanê jîngeparêz: 4 halet

Girtiyê siyasî: 3 halet

Rojnamevan: 3 halet

Çalakvanê kedkarî: 3 halet

Çalakvanê Medenî: 1 halet

Xwêndekar: 1 halet

Hunermend: 1 halet

Binçavkiriyên demsala zivistana sala 1399`an: 1 halet

Tohmetên sepandî:

Piropagende li dijî nizamê: 18 halet

Hevkarîkirin digel Partiyên Kurdî: 11 halet

Çalakvanê Olî (Sunnî mezheb): 5 halet

Hewldan li dijî tenahiya netewî: 3 halet

Bêrêzî bi rêber: 2 halet

Bêrêzî û sivikatîkirin: 2 halet

Têkdana hizra giştî: 1 halet

Belavkirina nûçeyên çewt: 1 halet

Derbasbûn ji sînor bi awayê neyasayî: 1 halet

Kuştin û birîndarbûna kolberan:

Rêje: 132 kes

Kuştî: 28 kes

Birîndarbûn: 104 kes

Çawahiya kuştin û birîndar bûna Kolberan:

Teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikumeta Îranê: 83 halet

Teqeya hêzêm Artêşa Tirkiyî: 10 halet

Îşkence û lêdan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 10 halet

Kevtin ji bilindahiyan ve: 7 halet

Rawestana dil di dema Kolberiyê de:2 halet

Qerisîn bi s sermayê: 1 halet

Teqîna mîn: 1 halet

Xendiqîn di nava çeman de di encama lipeykevtina hêzên leşkrî: 1 halet

Avêtin ji bilindahiyan ve ji aliyê hêzên leşkrî: 1 halet

Canjidest dan û birîndarbûn bi sedema qezayên hatinûçûnê: 16 bûyer

Yek kes ji wan Kolberan ku li ser sînorê Urmiyê ji aliyê hêzên ertêşa Tirkiyê ve hatiye kuştinê temenê wî 15 sal bûye.

2 halet ji wê amarê, 2 birayên Kolber bûn û xelkê gundê “Şimşêr” a ser bi bajarê “Pawe”yê bûn ku hevdem bi hevre birîndar bûn, û herwisa 2 birayên din ku xelkê gundê “Dişe” ya ser bi bajarê “Pawe”yê bûn hevdem bi hevre birîndar bûn û yek ji wan piştî çend rojan bi sedema kûrahiya birînên wî canê xwe ji dest dabûn.

Teqeya rasterast, parek ji haletên wê amarê li xwe digre ku beşek ji Kolberan bi kom hatine kuştin û birîndarkirin.

Di 2 haletan de, hêzên li ser sînoran li sînorê “Newsûd” û “Urmiyê” Kolber azar dabûn û îşkence kiribûn ku girte vîdoyek ji wê kiryara hêzên ser sînoran ku kolberên xelkê “Urmiyê” azar dabûn di nava torên civakî de belav bibû.

Herwisa di destpêka meha Gelawêjê de girûpek ji Kolberan li ser sînorê “Bane”yê bi kom ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gulle reşandinê hatin ku di encam de 1 Kolber hate kuştin û aliyê kêm 5 Kolber jî Birîndar bûn.

Canjidestdan û birîndarbûna welatiyên Kurd bi sedema teqîna mînê:

Di wê heyamê de 13 welatiyên Kurd bi sedema teqîna mîn û alavên şer di bajarên Kurdistanê de hatine kuştin û birîndarkirin. (6 kuştî û 7 birîndar)

7 kes li Kirmaşan ,2 kes li Îlam, 2 kes li Serdeşt û 2 kes li Seqizê

Di wê navberê de 4 kes şivan, 1 kes werzêr, 1 kes kolber û jinek a zozançî

Herwisa:

Serbazek li deverên sînorî li Baneyê birîndar bû.

3 Fermanberên pûçkirina mînan bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.(2 kuştî û 1 birîndar)

Îdam kirin di Rojhelatê Kurdistanê:

Rêje: 21 kes

Tohmet: 13 kes bi tohmeta madeyên hişber û 7 kes bi tohmeta qetil hatine îdam kirin.

2 kes ji wan kesê îdamkirî yên bi navên “Behadîn Qasimzade” ku di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de bi tohmeta qetil hate îdamkirin û “Secad Sincirî Çalabe” ku di girtîgeha bajarê “Kirmaşan”ê de hate îdamkirin, di dema encam dana tawana xwe temenê wî li jêr 18 saliyê bûye.

Gelemper: 136 halet

Ew tohmetên ku cezaya wan îdamkirin bû di Kurdistan û Îranê de:

Qetil:69 halet

Tawanên pêwendîdar bi madeyên hişber:63

Destdirêjî: 2 halet

Desdirêjî li ser mêran: 2 halet

Herwisa:

Jinên ku hatine îdamkirin: 5 halet

nasnameya wan hevwelatiyên ku hatine îdamkirin :24 Belûç, 20 Kurd, 1 Azerî û 1 Efxanî

Amadekar: Evîn Mistefazade