5000 vajû lidijî darvekirina tawanbarên madeyên hişber hatin komkirin

22:54 - 4 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Çalakvanên sivîl bi rêxisitna kempyênekî dawxaza jinavbirina cezaya lidarvekirina kesên ku bi sebebê madeyên hişber tên bidarvekirin, kirin.

Li gor rapora ku gihaiye Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hejmarek ji çalakvanên sivîl bi rêxisitna kempêynek jêr navê “dawxaza jinavbirina cezaya darvekirinê” di di tora civakî a Têlêgiramê de, dawxaza nehêştina cezaya darvekirinê derbarê madeyên hişber de kirin.

Ev kempêyna ji bo piştevaniykirin ji pirojeya 70 nûnerên Mecilsa Şêvra Îslamî a Îranê di derbarê nehêlana cezayê lidarvekirina kesên ku bi tometên madeyên hişber tên girtin hatiye rêxstin.

Rêveberên wê kempêynê heyanî niha 5000 vaju (îmze) ji bo nehêştina cezaya lidarvekirina tawanbarên medayên hişber kom kirine.

Di demeke derbazbûyî de, hejmarek ji nûnerên Meclisa Şêvra Îslamî a Îranê piroseyek dabûne vajûkirin ku li gor vê pirojeyê cezayê darvekirinê û herwiha piraniya sûçên derbarê madeyên hişber de têne rakirin, û her 70 nûnerên meclisa Îranê ev piroje vajû kiribûn.

Serbarê piştgîriya 70 nûnerên meclisê ji nehîştin yan jî kêmkirina cezayên derbarê, madeyên hişber, wê pirojeyê dijberên tund jî henye.

Navenda dijî madeyên hişber, ji navbirina cezaya darvekirina kesên tawanbar dijayetiya xwe li hember vê piroseyê nîşan dane.

Welatê Îranê ji bo cezaya darvekirina hevwelatiyan di cîhanê de, di pileya dudiyan de ye. Li gor rapora Ehmed Şehîd, nûçegihanê taybet yê NY derbarê mafê mirovan, ku meha Çileya Pêşn a 2015’an de raporta xwe dabû NY, aliyê kêm ji sedî 69 hukmên lidarvekirinê di Îranê de hatine cîbicîkirin, û di destpêka sala 2015’an de kesên tawanbar bi madeyên hişber bûne.

Saziya Çavdêr ya Mafê Mirovan dibêje ku berfirehbûna hejmara lidarvekirina kesên tawanbar bi madeyên hişber, pirsgirêka madeyên hişber di Îranê de çareser nake.