50 ser hespên kasibkaran li bajarê Şinoyê de dest bi ser de hate girtin

15:43 - 24 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên Spaha Pasdaran li ser bilindahiyên Kêleşînê li bajarê Şinoyê de dest bi ser 50 ser hespên kasibkaran de girtin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, êvariya Duşemiyê 1`ê Cozerdanê hêzên ser bi Spaha Pasdaran cihgir li bilindahiyên Kêleşînê dest bi ser 50 ser hespên kasibkarên vê navçeyê de girtin.

Spaha Pasdaran bona dana her yek ji hespên kasibkaran daxwaza 2 milyon Tûmenî kiriye.

Di vê derheqê de êvariya roja 29`ê Banemerê hêzên Întizamî ên hikûmetî li daristanên gundê “Mîrava” û “Xêwetge” de dest bi ser 350 ser hesp û barên kasibkaran de girtin, û dehan ser hespên wan kasibkaran jî kuştin.