5 welatiyên xelkên bajarê Şinoyê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatin veguhastin

19:17 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022

5 welatiyên Kurd yên bi navên “Xoşnav Eynî, Ferheng Keramet (Alanî) Yûsif Rehmanî, Siyamend Keramet(Alanî) û Pîrot Tabnak” xelkên bajarê “Şino”yê, piştî binçavkirinê bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatin veguhastin.

Pêka çavkaniyek agehdar ew 5 welatiyên Kurd, piştî binçavkirinê, ji pêwendiyên telefonî û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.

Roja Çarşemî 22ê Pûşperê, ew welatiyên Kurd, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin.