5 WELATIYÊN SERDEŞTÊ HATINE BINÇAVKIRIN

15:43 - 20 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Di rojênbihorî de Hêzên Ewlehiye Sedeştê 5 welatî binçav kirine.

Pêka rapora Kurdpa, di rojên bihorî de 5 kesên xelkên gundê “Sincwê”a Alana Sedeştê ji aliyên Hêzên Komara Islamî ve hatine dest biserkirin.

Nûçegihanê Kurdpa nave wan, “Nûzad Ehmedî kurê Şerîf, Mihemed Resûlî, Salih Ismaîlî kurê Ebdulla, Awat Elyasî kurê Salih û Kawe Mihemd Pûriyan kurê Mîrza” ji aliyê Hêzên Ewlehî ve paşî dest biserkirinê jib o Girtîgeha Ittila’ata Urmiye hatine veguhaztin.

Malbata wan dibêjin heya niha sedema girtina wan ne xuya ye.

Pêka raporan, gundê Sincwê ketiye bin givaş û çavdêriyên ewlehî.

Li gor amara Navenda Amara Kurdpayê, Îsal 200 kes ji aliyê Hêzên Ewlehî ve li Kurdistan aîranê hatine binçavkirin.