5 welatiyên Seqizî bi girtîgehê hatine cezadan
Taya 1 a dadgeha Şorişa bajarê Seqizê 5 welatiyên Kurd yên bi navên “Armiya Rencberî, Elî Qadirî, Rehman Rehîmpûr, Wiriya Emînî û Hîwa Emînî” bi girtîgehê ceza dan.
Pêka cezaya dadgehê ku bi ser wan de hatiye sepandin bi tohmeta “Banghêjî bo yêk ji Partên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê ” û “Rehman Rehîmpûr,Hîwa Emînî û Armiya Recberî” her yek ji wan bi 10 meh girtîgehê hatine cezadan û “Elî Qadirî” bi 7meh girtîgehê û “Wiriya Emînî” bi 8 meh girtîgehê hate cezadan.
Herwisa “Armiya Rencberî” bi tohmeta “sivkatî kirin bi rêberê”rejîma Îranê” bi 13 meh girtina tezîrî hate cezadan.
Civîna dedgehî kirina wan 5 welatiyan di roja Çarşemî 12ê Sermawezê birêve çû û di 19ê Sermawezê cezaya ku bi ser wan de hatbû sepandin bi wan re hatibû gotin.
Roja Çarşemî 15ê Gelawêjê “Elî Qadirî,Armiya Rencberî,Hîwa Emînî” bi bê hebûna belgeyekî yasayî bi sûçê “Hevkarî digel yek ji Partên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtilaat a bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.
Roja Çarşemî 22ê Gelawêjê “Rehman Rehîmpûr” di nava parka “Lale” ya bajarê Seqizê bi bê hebûna belgeyekî yasayî bi sûçê “Hevkarî digel yek ji Partên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.
Ew 5 welatî piştî bi dawî hatina heyama lêkolînê, bi danîna barmteyê bi awayekî mercdar hatine serbestkirin.