5 Welatiyên Kurd li bajarê Pawê Hatin binçav kirin

15:18 - 10 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê 5’welatiyên Kurd li bajarê Pawê li malên xwe de binçav û jibo cihek nediyar veguhastin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,ê,roja Şemiyê berwar 10’ê Adara 2013’an g welatiyên Kurd bi navên : Cehanbexş Ehemdî, Mihemed Nîgarî,Mutesem Şafêî,Qanê Hatemî û Babek Ebasî ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Pawê hatin girtin.

Hêzên Îttlatî jibilî girtina wan, dest bi ser hejimarek keresteyên takekesî yên wan welatiyane de girtine.heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser sedema girtina wan û cihê ragirtina wan nehatiye bilav kirin.

Her wiha çend rojan beriya niha Ferdîn Resûlî, Bextiya Kakeyî,Muxtar Ehemdî, Kêyhan Ezîzî û Davud Xefarî ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Pawê hatin girtin.

Di heyamê çend rojên bihurî de 12 welatiyên bajarê Pawê ji aliyê hêzên Îttlatî hatine girtin ku hin ji wan girtiyan çalakên çandî û hunerî ne.
Tê gotin ku sedema girtina wan dijkiryar li hember bêhurmetiyên “Mela Qadir Qadirî hatiye ragehandin.