5 welatiyên Kurd bi 13 sal girtîgeh hatine cezadan

17:52 - 27 Adar 2022

5 welatiyên Kurd ên bi navên “Rehman Esedî, Ferhad Me`irûfî, Ubeyd Enverî, Rêbwar Çarekdarî û Celal Qadirzade” xelkên bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Şinoyê ve, bi giştî bi 13 sal girtîgeh hatine cezadan. 

Li gor wê cezaya ku bi ser wan de hatiye sepandin, “Rehman Es`edî” bi 4 sal, “Ferhad Me`irûfî” bi 3 sal, “Ubeyd Enverî” bi 2 sal, “Rêbwar Çarekdarî” bi yek sal û “Celal Qadirzade” bi 3 sal girtîgeh hatine cezadan. 

Taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Şinoyê, bi serokayetiya “Rizayî” ew 5 welatiyên Kurd bi tohmeta endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ceza daye. 

Kombûna dadgehîkirina wan 5 welatiyên Kurd sala derbasbûyî li taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Şinoyê hatibû lidarxistin û roja Şemî 6`ê Xakelêweyê ew cezaye bi wan 5 kesan re hatibû ragihandin. 

Ew 5 welatiyên Kurd roja Duşemî 11`ê Gelawêja sala 1400`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin. 

Ew 5 welatiyane di heyama binçavkirina xwe de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin. 
Roja Sêşemî 2`ê Xermanana sala derbasbûyî, “Celal Qadirzade” kurê “Ebdullah” xelkê gundê Nelosê, “Ferhad Me`irûfî” kurê “Hesen” xelkê gundê Aliyavê, “Ubeyd Enverî” kurê “Rehîm” xelkê gundê Aliyavê û “Rêbwar Çarekdarî” kurê “Mihemed” xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne azadkirin. 

Roja Duşemî 12`ê Rezbera sala 1400`an a Rojî, “Rehman Esedî” kurê Mehmûd xelkê gundê “Aliyavê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha ewlehî ya bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.