5 Welatiyên Bokanê Bi 20 Sal Zîndanê Hatin Mehkûmkirin

12:19 - 5 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Bi tawana hevkarîkirin ligel yek ji partiyên Kurd ên dijî Îranê, dadgeha Şoreşa bajarê Mehabadê 5 welatiyên Kurd ên bajarê Bokanê bi navên Qasim Rehîmî Azer bi 8 sal zîndanê, Celal Nasirî 5 sal zîndan, Cemal Nasirî 5 sal zîndan, Idrîs Ak 1 sal zîndan û Îdrîs kurê Mihemed 1 sal zîndana Tezîrî mehkûm kir.

Nûçegihanê Ajansa Kurdpa li Mehabadê serbarê ragihandina vê nûçeyê zêde kir ku hikmên han ji aliyê Cewad Kiya, dadwerê dadgeha Şoreşa Îslamî ya Mehabadê hatiye derkirin.

Hêjayê gotinê ye ku ew welatiyên girtî 10 mehan beriya niha ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Bokanê hatin destbiserkirin.