5 welatiyên bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

18:38 - 16 Tebax 2022

5 welatiyên Kurd yên bi navên “Emîr Bayezîdîazer” kurê “Mistefa” û “Şehram Bayezîdîazer” kurê “Tahir” û “Çiya Pîrzad” kurê “Tahir” û “Celal Mehmûdî” kurê “Se`îd” û xelkê bajarê “Mehabad”ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Pêka çavkaniyek agehdar roja Sêşemî 25ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkirine li ser mala “Emîr Bayezîdîazer, Şehram Bayezîdîzer, Kambîz Bayezîdîazer û Çiya Pîrzade”, li gundê “Lec” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê û bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatî binçavkirine.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn: demjmêr 6ê sipêdeya roja Sêşemî 25ê Gelawêjê, hêzên ewlehî êrîşkirine li ser cihê karkirina “Celal Mehmûdî” yê xelkê gundê “Gugtepe” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê û ew welatî bi bê hebûna belgeyên yasayî binçavkirin.

Çavkaniya agehdar behsa vê yekê jî kiriye: Hêzên ewlehî beşek ji kelûpelên kesî yên “Celal Mehmûdî” yên weke lebtap û mobaîla wî digel xwe birine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ji ber dest tune ye.