5 welatî li bajarê Mihabadê hatine binçavkirin
16:42 - 11 Çirriya pêşîn 2021
Roja Şemî 17`ê Rezberê, 5 welatî yên bi navên “Faruq Silêmanpûr” kurê Silêman, “Mes`ûd Silêmanpûr” kurê Selîm, “Muhsên Silêmanî” kurê Qadir, “Diyar Silêmanpûr” kurê Xizir û xelkê gundê “Xurxure”yê û “Areş Ferşadfer” kurê Fetah xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.
Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew 5 welatiye binçav kirine.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Areş Ferşadfer” piştî du demjimêr lêpirsîn ji girtîgehê hate azadkirin û çar welatiyên din li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Mihabadê de ne.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedem û tohmeta ku bi ser wan 5 welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.