5 çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi danîna berimteyê ji girtîgeha Seqizê hatine azadkirin
17:34 - 25 Hezîran 2022
Roja Şemî 4ê Pûşperê, “Amanc Emînî, Zahid Muradî, Îsmaîl Reyhanî û Silêman Ebdî” Endamên Encûmena Sifî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqizê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatin azadkirin.
Roja Pêncşemî 2ê Pûşperê jî “Xalid Ebdullahî” Endamê Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Seqizê bi girtina kefîl ji girtîgeha bajarê “Seqizê” hatibû azadkirin.
Ew çalakvanên sinfî yên mamosteyan bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê ji girtîgehê hatine azadkirin.
Ew 5 çalakvanên sinfî di rojên 25 û 26ê Cozerdanê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.