5’ berbijêrên dinê yên Şivra Îslamiya bajarê Bokanê bo Îdareya Îttlatê hatine gazî kirin

13:51 - 27 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Sibêdeya îro 5 kesên din ji berbijêrên Şivra Îslamiya bajarê Bokanê jibo Îdareya Îttlatê hatine gazî kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, demjimêr 10’ê serê sibêdeya roja çarşemiyê, Îdareya Îttlat ya bajarê Bokanê 5 berbijêrên Şivra Îslamiya ya bajarê Bokanê binavên:”Es’ed Cemiyanî”, “Luqman Seîdî”,Sulêyman Îmamzenbilî, xosru Salihî û Mihemed Resûlzade” bo Îdareya Îttlat hatine gazî kirin.

Her wisa roja bihûrî jî 6 kesên din jibo Îdareya Îttlat hatibûne gazî kirin û li gor vê yekê hejimara berbijêrên girî gihîşte 11 kesan.
Tê gotin,berbijêrên Şivra bajarê Bokanê li hember saxtekariyên hilbijartinên bajêr nerazîne û daxwaz dikin ku dengên wan bo careke din bihên hejimartin.

Fermandar û Nuênerê bajarê Bokanê ew daxwaza berbijêran red dikin û gefa girtin û zîndanî kirinê ji wan dikin.

Berê jî li berwar 30’ê Cozerdana îsal de 15 kes ji berbijêrên hilbijartinên Şivra bajarê Bokanê ji aliyê Îdareya Îttlat hatibûne gazî kirin.