42 meh cezayê girtinê bo çalakvanekî karkerî ê Kurd

19:46 - 2 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekeî karkerî ê Kurd ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve, bi 42 meh cezayê girtinê hat mehkûm kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şemî 28’ê sibata 2015’an, Cemîl Mohemmedî- Çalakvanê karkerî yê Kurd li liqa12’em a dadgeha şoriş(înqilab) aTehtana petextê Îranê, hat darizandin ku di encamê de 3 sal û 6 meh ceza lê hat birîn.

Cemîl Mohemmedî bi tometa têkdana ewlekariya giştî ji aliye dozgeriya Îranê ve hatiye mehkûm kirin.

\"25026.jpg\"
Cemîl Mohemmedî çalakvanê karkerî ê Kurd
Ew çalakvanê Kurd ê Karkerî yek ji wan kesane ku şikayeta li ser gendelî û fesada îdarî ya 3 hezar milyarTûmenî a Rêxistina Sîgorte (Teimîn)a Civakî tomar kirbû û berewanî ji mafên kirêkaran kirbû.

ji aliyekî din ve biryar hatibû dayîn îro çalakvanekî din ê karkerî bi navê Cefer Ezîmzade jî bê darzandin.

Pêştir (bihara borî) jî, Cemîl Mohemmedî hevdem ligel Cefer Ezîmzade ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, li mala xwe hatibûn binçav kirin; Cemîl bo heyamê 23 rojan û Cefer ji bi midetê 46 rojan li koxûş (bend) a 209 a zindana Evîn a Tehranê, cezayê xwe bi davî anîbûn.