4 Xwendekarên Destbiser kirî yê Merîwanî bo zîndanê hatin vegohastin

13:54 - 1 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Sibêdeya roja Çarşem 28’ê Şibata 2013’an 4 kes ji çalakên xwendekarî yên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îttlatî ên Komara Îslamiya Îranê bo zîndana wî bajarî hatin vegohastin.


Nûçegihanê ajansa kurdpa,ê li bajarê Merîwanê jibilî piştrastkirina nûçeyê ragehand: Soran Danişver,Dawud Qesîmî, Mihemed Konepoşî û Saman Mehmûdî li Îdareya Îttlata bajarê Merîwanê jibo zîndana wî bajarî hatine vegohastin.

Berwar 28’ê Şibatê Dawud Qesîmî kurê Qadir û Xwendekarê rişteya civaknasiyê a zanîngeha Azad a Tehranê , Saman Mehmûdî kurdê Husên û xwendekarê karnasiya bilind a zanîngeha Urmiyê, Soran Danişver xwendekarê rişteya bajêr çêkirinê a zanîngeha Kurdistanê,Mihemed Konepoşî kurdê Elî û xwendekarê zanîngeha Ûrmiyê, ji aliyê hêzên Îttlatî ên dewleta Îranê hatin girtin.

li heman demê de hêzên ewlekarî yên dewletê ji bilî geryana naw malên wan çalakane, dest bi ser kampiutêr û zor alavên takekeî yên wan kesane de girtin.

Heya dema bilv bûna nûçeyê hiç yek ji wan çalakane ji aliyê navendên dadweriyê nehatine dadgehî kirin û di heyamê 1 meha bihurî de li Îdareya Îttlata bajarê Merîwanê hatine eşkence kirin.