4 wilatiyên Kurdên xelkê bajarê Riwanserê bi zîndanê hatin mehkûm kirin

13:07 - 5 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: 4 wilatiyên Kurdên xelkê bajarê Riwanserê ji aliyê Serdozgeriya Şoreş a wî bajarî bi 90 mehan zîndanê hatin mehkûm kirin.

Li gori nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya Kurdpa, Roja Yekşem Berwar 3’ê Şibat a 2013’an ,Serdozgeriya bajarê Riwanserê 4 wilatiyên Kurdên xelkê wî bajarî bi sûçê piropagende û alikariya partiyek Kurdistanî bi zîndanê mehkûm kirin.

\"10989.jpg\"
Şoreş a bajarê Riwanserê her yek ji “Hadî Aqayî”ê temen 28 sal û kurê Esedulla,”Adil Muradî”ê temn 31 sal û kurê Ehemd, “Fuad Enguşten”temen 28 sal û kurê Elî bi 2 sal zîndana tezîrî mehkûm kirin .
Ew 4 wilatiyane di berwar 12’ê Çiriya Pêşîn de ji aliyê hêzên Îttlatî ên bajarê Riwanserê hatibûn girtin û piştî 22 rojan ji girtina wan, her yek bi barimteya 50 milyon timenî bi awayek demkî hatibûn azad kirin.
\"10990.jpg\"
Li gori amara tomar kirî li nawenda Amara Ajansa Kurdpa,li destpêka Zivistana Îsal heya niha 21’ wilatiyên Kurd li herêmên Kurdistana Îranê bi sûçên cûr bi cûr hatine girtin û ji aliyê dadgehên Komara Îslamiya Îranê bi 1’ heya 10’ salan zîndanê hatine mehkûm kirin .

Amara han bi pişt girêdan bi nawenda Amara Kurdpa tê bilav kirin, ku bê goman amara rastîn ji vê jî zêde tire.