4 meh ceza bo mamosteyekî Kurd

18:54 - 3 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Li devera “Çoma Mecîdxan” a Mîyandoava rojhilatê Kurdistanê, mamostayekî dibistana seretayî bi 4 meh cezayê girtîgehê hat mehkûm kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hebîb Axa Zeman ku 8 sal bû li devera “Çom Mecîdxan” û herwiha “Sewlî Tepe”a Mîyanduavê, mamostatiya dibistana seretayî dikir, ji aliyê îdareya Perwerde û Hînkirnê ve ser kar hat avêtin.

Peyamnêrê Kurdpa qala vê yekê jî kir: Hebîb Axa Zeman, beriya niha bi 2 hefteyan bangî birêveberiya Perwerde û Hînkirina bajarê Mîyanduavê hat kirin û bi wî hat gotin nabe ew li tu cihên din jî karê perwerdeyî encam bide.

Peyamnêrê Kurdpa eva jî piştrast kir ku mamostayê Kurd ê navborî ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îranê ve xeynî bêkarmayînê, 4 meh cezayê zindanê jî lê hat birîn.

Tê gotin, Hebîb Axa Zeman, bi tometa rêzgirtin bo rojên taybet ên neteweyî û beşdar bûn bi kincên Kurdî li rê û resmên rojên wisa de, ew xistibûn bin zext û givaşan. Navborî çend car jî bi sedema beşdar bûn û herwiha şewq kirina zarokan bo bilind nirxandina roja Newrozê, hikûmeta Îranê gef lê kirbûn.