4 kes li Ormiyê hatin sidaredan

21:43 - 15 Gulan 2013
Ajansa kurdpa: ser biryara dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran 4 hevwelatiyên din yên Kurd li girtîgeha Ormiyê hatin darda kirin.

Gorekî raporta nûçe gihaniya kurdpa , çend roj pêş niha 4 hevwelatiyên Kurdên xelkê dewera Ormî ku navê 1e wan “Bekir Ferîdî” kurê “Şakir” , 32 salî xelkê gundê “Tîbetan” ji dewera nawça “Tirgewer” a Ormiye hatiye ragihandin ku li girtîgeha nawendiya vî şarî hatine sîdare dan.
Heya weşana wê nûçe nav û kesatiya 3 hevwelatiyên din ku ji wan 2 kes birane û kesek din ku xelkê gundê “ Lernîka” ye paşî 4 sal hewsê , li girtîgeha nawendiya Ormî hat sîdaredan.

Ji aliyek din û gorekî statîstîkên tûmar kiri li sentera statîstîka nûçegihaniya kurdpa, li sala 1391 de , 56 hevwelatiyên Kurd ji herêmên kurd rûniştiyên Îran bi tometên cur bi cur hatine dardakirin û bo 21 hevwelatiyên kurd ji aliyê sîstema dadweriya hukûmeta islamiya Îran hukum hatine dan ku 9 kes ji wan bi hegera xebata polîtîk hatine sîdaredan.