4 hezar û 500 girtî ên mehkûm bi îdamê qedera wan ne zelal e
21:47 - 22 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Heya niha 4 hezar û 500 girtî ên mehkûm bi îdamê qedera wan ne zelal e.
Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, endamekî komîsyona Maf û qezayî ya Meclisa Rejîma Îranê ragehand ku: “Di girtîgehên Îranê de, 4 hezar û 500 girtî hene, û dibe bo çareserkirina vê kêşeyê riyek bê dîtin”.
Rûhillah Hezretpûr endamê komîsyona Maf û qezayî ya Meclisa Rejîma Îranê ragehand, kesên tawanbar piştî berdanê, dîsan dest bi tawanan dikin, yanî girtin rêçare nîne.
Navbirî herwisa dibêje: Meclis dibe pêdeçûnê bi ser yasayên qezayî de bike, û ya rastî ew e ku dubarebûna van tawanan bi sedema xisarên di nav civakê de, û bi taybetî bêkariyê ye.
Pêştir jî Cewad Larîcanî, birêvebirê Nawenda Mafê Mirovan ya Dezgeha Dadwerî di meha Sermaweza sala 1393’an de ragehandibû, ku tenê bi guherîna yasayekê em dikarin pêşiya %80 a îdaman bigrin.
Îran piştî Çînê wekî duyem welat tê hesibandin ku, her sal bi dehan kesî di vî welatî de bi tawanên curbicur têne bidarvekirin.