4 girtiyên siyasiyê Kurd paşî nêzî 20 salan hiştin li girtîgehê de mafê mirexesiyê pê nadin

12:24 - 26 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 4 girtiyê siyasiyê Kurd li girtîgehên Ormî, Recayî şehra Kerec û Yezd ji dema hews kirina wan heya niha çi mirexesiyik nedane.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Osman Mostefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd ku li havina sala 1370a rojî li herêma Ormiyê hate girtin, paşî 22 sal û 4 heyvan ragirtin li girtîgehê de mirexesî pê nedane.

\"17027.jpg\"
Osman Mostefapûr, girtiyê siyasiyê Kurd paşî 22 sal û 4 heyvan ragirtin li girtîgehê de mirexesî pê nedane
Ev girtiyê siyasiyê Kurd ku bi tometa endametî li yekik ji partên Kurdî yên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê hatiye girtinê pêştir li rencnameyik de ku bixwe weşandiye” sala 1374 de bêyî çi hegerik dosyeyik bi navê Qetik min re çê kirin û sala 1379 de paşî 9 sal man li girtîgehê de , min re ragihandin ku bi hegera pişkarî kirin li kuştinê de 15 sal hewsa din hatim mehkûm kirinê.

Osman Mostefapûr li pişkik din ji rencnamaxwe ku weşandibû, nivîsiye: zêde ji vê hindê ku li vî mideyî de, xweîşk û bira û dayîka min mirine, bo çon ser qebra wan jî mirexesî nedane min, ber hindê dawa ji raportêrê taybet yê mafê mirovê netewên yek girtî(UNHRC), çavdêrê mafê mirov û civaka cîhanî û hemû mirovên azadîxwaz û wijdanê hişar li gişt cîhanê dikim ku bi analîz kirina rewşa dadgehî kirin û bi heder çona 22 sal ji temen û ciwaniya min li girtîgehên komara islamiya Îranê de derfet nedin ku ciwanên din yên vî welatî bi vê rewşê ciwaniya xwe li sedem daw kirin û gotinên derev bi heder here.

Her wisa Mohemmed Nezerî paşî 20 salan man li girtîgehê û çendîn car mangirtin û daxwaza mirexesî kirnê, hêj mirexesî pê nedane û li girtîgeha Recayî Şehra Kerecê de li hewsê de.

Mohemmed Nezerî ku sala borî de li hevpeyvînik tev yekik ji hevbendiyê xwe de kiribû û paşî bo ajansa Kurdpa şandibû, ragihandibû, daxwaz ji hemû xelkên Îranê dikim ku bo berdana min ji girtîgehê alîkariya min bikin, min ne tiror kiriye û ne xebata çekdarî meşandiye, ku haye ma 19 sal hews bes nine ? ez daxwaz ji hemû mirovdostan dikim ku min ji bîr nekin û alîkariya min bikin û destê min bigrin ku ji vê zêdetir zulmê min nekin, ev mangirtina heya rojik bêm berdanê , dom heye.

Hevdem Ibrahîm Hosêynpûr, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê şarê Mihabad ku sala 1375a rojî li şarê Mihabad hate girtin û paşî ji aliyê dadgeha inqilaba şarê Mihabadê bi birêbiriya dadwer Ebbas Zadê, bi 17 sal hewsa teizîrî hate mehkûm kirinê û serweyî hindê ku çendîn car bi fermî daxwaza mirxesiyê kiriye û li rewşik de ku 7 heyv ji hewsa vî maye, ji mafê mirexesî û heya berdana mercî jî bêpare.

Sala borî, yekik ji nêzî malbata Ibrahîm Hosêynpûr bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihandibû, paşî derbas bûna 16 salan ji girtina navbirî, midê 5 heyvane ku hukmê berdana vî ji dadgeha şarê Mihabadê bi girtîgeha Recayî Şerhar Kercê şandine, lê berpirsên vê girtîgehê mi maina wenda bûna dosya vî, xwe ji berdana Ibrahîm radigozin.

\"17034.jpg\"
alî Dorûdî, girtiyê siyasiyê Kurd paşî zêdetir ji 17 salan ragirtin li girtîgeha sêntrala şarê Yezd, heya niha mafê mirexesiyê nedanê
Ji aliyik din de Walî Dorûdî, girtiyê siyasiyê Kurd ji xelkê gundê “ Çirosane”a ser bi şarê Kamiyaran, paşî zêdetir ji 17 salan ragirtin li girtîgeha sêntrala şarê Yezd, heya niha mafê mirexesiyê nedanê.

Ev girtiyê siyasuyê Kurd ku yekik ji hewsiyên deha 60an bûye, sala 1372 ji girtîgehê berdan û paşî li sala 1375a rojî de bi tawana alîkarî tev yekik ji partên Kurdan, ser li nû hate girtin.

Walî Dorûdî bi tawana alikarî tev yekik ji partên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îranê bi hewsa hetayî û dûr xistin bi girtîgeha Yezdê hate mehkûm kirinê.