4 çalakvanên sinfî yên mamosteyên Dîwanderê hîn li girtîgeha Îtilaatê ne hatine azadkirin

13:02 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Tevî bidawî hatina heyama demdirêjkirî ya binçavkirina “Umîd Şamihemedî, Hîwa Qureyşî, Perwîz Ehsenî û Kawe Mihemedzade” endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan- Dîwandere, hîn li girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê “Sine”yê de ne.

Pêka çavkaniyek agehdar, ew 4 çalakvanên sinfî di heyama binçavkirinê de ti hevdîtinek digel malbata xwe nebûne.

Herwisa vê çavkaniyê behsa vê yekê jî kiriye ku piştî bidawî hatina heyama demdirêjkirî ya binçavkirina wan 4 mamosteyên Kurd, ne berpirsên Îtilaata Sinê ne jî berpirsên dadgehê li derheq azadkirina wan bi barimteyê, ti rohnkirinek nedane malbata wan binçavkiriyan.

Di berdewamyê de vê çavkaniyê daye zanîn ku, berpirsên girtîgeha Îtilaata Sinê ew 4 çalakvanên Sinfî ji mafê hebûna Parêzer jî bê parkirine.

Roja Çarşemî 25ê Cozerdanê, ew 4 çalakvanên Sinfî yên Mamosteyên Kurdistan- Dîwanderê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

“Umîd Şamihemedî” roja Duşemî 21ê Xezelwera sala 1397an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştî 40 rojan li binçavkirinê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Ew çalakvanên sinfî bi tohmeta “hewldan li dijî ewlehiya netewî”, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş ya bajarê Sineyê ve bi salek girtîgeha te`izîrî hatibûn cezadan.