3’Welatiyên din li bajarê Nexedê hatin binçav kirin

13:24 - 10 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya şopa girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li bajarê Nexedê, 3’ê welatiyên Kurd li wî bajarî ji aliyê hêzên Îdareya Îttlata Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa , çend rojan beriya niha 2 welatiyên Kurd êm binavê “Mihemed Suhrabî” kurê Cemîl û temen 25 sal û Nasir Nêmet Xa”temen 29 sal ji aliyê hêzên Îttlatî li bajarê Nexedê hatin girtin û jibo cihek nediyar hatin şandin.

çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: 2 welatiyên girtî li kargeha necariyê mijûlî kar bûne û ji aliyê Îttlatê hatine girtin.

heta dema bilav bûna nûçeyê çi zaniyariyek li ser sebebê girtin û cihê ragirtina wan 2 welatiyane li berdest da niye.

Ji aliyek din û li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa,”Yûsif Hacî Xoş” xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên Îttlatî hatiye girtin û jibo cihek nediyar hatine şandin.

Li heyamê çend rojên bihurî de pitir ji 30’kes ji rojnamenivîs,çalakê sivîl û welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê hatine girtin.

nave hejimarek ji wan navbirîne ji : Xosro Kurdpûr,Kêyhan Ezîzî, Davud Xefarî, Wefa Qadirî, Xalid Husênî, Bêhzad Fereculahî, Qasim Ehemdî,Resul Xizir Mirevet, Ferzad Samanî, Faroq Samanî,Menuçêhr Pûrdîl,Muxtar Ehemdî, Bextiyar û Ferdîn Resulî, Yasir Kakeyî,Keyvan Şêyxî, Kamiran Usmanî, Şehab Ehmedî Azer, Qair Dastan û Rehîm Fituhî.