380 ‘sal zîndan bo 55 kes ji girtiyên girtîgeha Recaî Şehr ya Kerecê

16:59 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: 55 kes ji girtiyên Kurd yên Sunî meseb li zîndana Recaî Şehr ya bajarê Kerecê bi serdozgeriya “Mihemed Muqedisî” bi 380 sal zîndanê hatin mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa û bi gotina çavkaniyek haydar dinava girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerecê, ew 55 girtiyane bi tawanên çêkirî wek”xebat li dijî berjewendiyên nizamê”li rêya piropagende bo mesebê Sûnî bi 380 sal zîndanê hatine mehkûm kirin.

Çavkaniyê basê vê yekê jî kir, niha 6 girtiyên Kurd binavên “Hamid Ehmedî, Kemal Mewlayî , Sidîq Mihemedî,Hadî Husênî, Cehngîr û Cimşîd Dêhqanî jibo darvekirinê bo jûrên takekesî yên zîndana Qizil Hisarê hatine veguhastin.

Ew 6 welatiyên Kurd li sala 2008’an li bajarê Sinê û ji aliyê Qazî “Muqeyse”bi tawana piropagende bo Ola Sunî bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.

Ji aliyek din hûkmê darvekirina 8 welatiyên Kurd yên Sunî binavên “Şehram Ehmedî, Pûrya Mihemedî, Muxtar Rehîmî, Behmen Rehîmî, Mihemed Yawerrehîmî, Omîd Peywend, Ferzad Şahnezerî û Mihemed Xerîbî jibo dîwana bilind ya welat hatiye şandin.

Çavkaniya dinava zîndana Recaî Şehr ya bajarê Kerecê ragehan , niha 77’ê girtiyên Kurd yên sunî meseb ku piraniya wan bo heyamê 2 heya 4 salane li vê girtîgehê de hatine ragirtin, rewş û çarenusa wan diyar nine.

Bi gotina çavkaniya ajansa Kurdpa 158 girtiyên Kurd yên sunî meseb li zîndna Recaî Şehr ya bajarê Kerecê de hatine ragirtin ku 55 kes bi zîndanê û 26 kes jî bi darvekirinê hatine mehkûm kirin.
\"14206.jpg\"