35 kes ji Yarsanên protestoker ber derê meclisa Îran, hatin girtin

12:02 - 21 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 35 kes ji welatiyên Yarsan yên protestoker ku ber derê Parliman(meclis)a Îranê kombûna protesto kirinê anîbûn pê, ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, îro Yekşem, 28ê Rezbera sala 1392a rojî, bi dû bangdana xebatkarên Yarsan bo man girtin û kombûna protestoyê ber derê meclisa Îran, hejmarik berçav ji welatiyên Yarsan kom bûn û heya niha 35 kes ji wan, jialiyê hêzên asayişê hatine girtinê.

Navên 26 kes ji wan girtyan , “ Ferîd Solêymanî, Homêyra Tahirî, Mesûd Elmasî, Emîn Ebbasî, Firêydûn Sewasî, Efşar Xaliqî, Arman Elîyûn, Hemdullah Mehmûdî, Xelîl Qezvînê, Seyîd Emîr Bîbak, Xêyrullah Heqcûyan, Ferîd Tahirî, Noşad Tahirî, Mêhrab Israfîlî, Ibrahîm Bezle, Ferşîd Nedîmî, Ebbas Feqîrî, Seyîd Husên Efzelî, Ihsan Nadirî, Behmen Sebûrî, Dawûd Ezîzî, seyîd Mêhrdad Muşeişeî,, Qudret Tahirî, Rûhullah Tahirî û Bêhzad Tahiriyan “ hatiye ragihandin.

Rûhullah Tahirî birayê Nîkmerd Tahirî li nawbenda hatin girtinan de ku niveka demsala bihara Îsal de ber bêrêzî kirina ajanên hukûmî bi Ola yarsan agir berdabû xwe û canê xwe ji dest dabû.

heya weşîna vê nûçê, ji cê ragirtina van 26 kesan û her wisa kesitiya wan 9 kesên din çi zanînik ber dest de çinine.

Xebatkarên Yarsanên parêzgeha Kirmanşan û Îlam û her wisa Qezvîn, bi amanca protesto kirina xemsariya berpirsên dezgehên hukûmî ber daxwaz û xwestên welatiyên yarsan li ber derê meclisa îranê de kom bûne.