3 WELATIYÊN PAWEYÊ HATINE BINÇAVKIRIN

20:27 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Sê Welatiyên kurde Paweyê li Kurdistana Îranê bi destên Hêzên Ewlehiye Komara Islamî hatine binçavkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşembê Berwar 1’ê Îlonê 3 kes bi navên Makûwan Ehmedî Kurê Ehmed û xelkê gundê Şûşmî, Modrîk Fethî Kurê Elaettin xelkê gundê Nîsane û Makûwan Weysî kurê Ehmed û xelkê gundê Nîsane” ên Paweyê li Hewramana Kurdistana Îranê, bi destên Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê hatine binçavkirin û ji bo şûnek ne eşkere hatine veguhaztin.

Heya niha çi zanyariyek ji sedema girtina wan û şûnê rawestandina wan nehatiye zanîn.