3 kolberên Kurd bi şêlikiya hêzên milîtarên hukûmeta islamiya Îranê, bûne qurbanî

12:47 - 7 Çirriya pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: li sedem şêlikiya hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îran de, 3 kolberên Kurd, ji xelkên şarê Mihabad û Ormî, bi dujwarî birîndar bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îran li dewera Mîravê li dewera Serdeşt, şêlikî bi wan kolberên Kurd kirine û li sedem de, 2 kolber bûne qurbanî.

Nûçe gihanê Kurdpa li şarê Serdeşt ragihand, kolberik bi nave Haci Rehman, ji xelkê taxa berîŞîlanan li Mihabad, li 13ê Rezber, 5 October 2014 de, li dema kolberî kirinê de bi şêlikiya hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê, birîndar bûne.

Serekaniyik agadar bo nûçe gihaniya Kurdpa eşkere kiriye; hevdem kolberik din jî bi navê Rehman Qere Çom, li dema şêlikiya wan hêzan de, bi tirsa canê xwe, xwe ji rêkê de havêtiye xwarêû pêyik vîşikestiye.

Her wisa li qewimiyik din de û li 11ê Rezber, 3 October 2014 de, kolberik din yê Kurd, ji xelkê herêma Ormî, li dema kolberiyê de, li ser sînorên nawbera Tirk ûÎranê de, bi destêçekdarên sipaha pasdaran, hatiye birîndar kirin.

Serekaniyik agadar bo nûçe gihaniya Kurdpa eşkere kir ku, ew kolberê Kurd, li nexweşxanayik li şarê Ormiyê de, di bin çavdêriya duxtoran deye û rewşa tendurstiya vî xirabe.

Mesûd Îsapûr, ji xelkê gundê Enbê li dewera Tirgewera Ormî, navê vî Kurdiye ku, bi şêlikiya çekdarên sipaha pasdaran, hatiye birîndar kirin.