26 sal heps bi ser çalakvanekî sunî mezheb de hate sepandin

19:35 - 4 Nîsan 2021

26 sal heps bi ser Çalakvanekî sunî mezheb yê bi navê “Hamid Elîmişkat”hate sepandin, ew hikm ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Recebî”ve hate danê. 

Dadgehê ew çalakvanê olî bi tohmeta “çêkirina deste û girûpan bi armanca têkdana tenahiya netewî ya welat” bi 15 sal hepsê, ceza da.

Ew ceza îro Yekşemî 15`ê Xakelêwê, bi wî çalakvanê olî ku di girtîgeha bajarê Urmiyê de ye, hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 25`ê Xezelwera sala 1399`an, ew çalakvanê sunî mezheb, bo benda girtiyên olî yên girtîgeha bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.

Bo heyama 106 rojan li îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, lêpirsîn ji wî çalakvanê sunî mezheb hatibû kirin, û piştî veguhastina wî bo girtîgeha bajarê Urmiyê, bo heyamê 2 heftiyan di benda silûlê de hatibû ragirtin.

 “Hamid Elîmişkat” di heyamê binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştina bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin.

Ew çalakvanê olî, destpêka meha Gelawêja sala 1399`an, bi bê hebûna ti belgên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatibû binçavkirin.