25 sal Zîndan û durxistin cizayê xurtek 25 salî yê Kurd

15:19 - 9 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek Siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê bi 25 salan hepsê û durxistin jibo zîndana Mînabê li parêzgeha Bûşêhrê hate mehkûm kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Efşîn Sohrabzade yê temen 23 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi sûça endametî li yek ji partiyên Kurdistanî yên dijberî Komara Îslamiya Îranê, ji aliyê dadgeha Şoriş a bajarê Sinê bi 25 sal girtîgehê û durxistin bo zîndana bajarê Mînabê li parêzgeha Buşêhrê hate mehkûm kirin.

Efşîn Sohrabî li sala 2011’an de li rêya navbera Sinê-Seqizê ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Kamiyaranê hat girtin û jibo Îdareya Îttlat a bajarê Sinê hate veguhastin.

girtiyê Kurd 14 mehan beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bo zîndana navendiya bajarê Mînabê hate veguhastin.

niha çendîn girtiyê siyasî û sivîl yên Kurd wek: Kemal Şerîfî, Selah Mistefapûr ku pitir ji 20 sal zîndan bi ser wan de hatiye sepandin bo girtîgeha Buşêhrê hatine durxistin.

Çavdêrên siyasî li ser vê baweriyêne ku Komara Îslamiya Îranê bi armanca taybetî û dixwaze bi vî awayî girtiyên Kurd di nava wan girtîgehan de li temenê ciwaniyê de tûşî nexweşîyan bike û bi wî awayî wan linav bibe.

her div ê pêywendiyê de heyamek beriya niha girtîyek siyasî yê kurd û xelkê bajarê Seqizê binavê “Mihemed Zînetî” temen 31 salî û kurê Mensûr, li zîndana bajarê Mînabê tûşî nexweşiyê hatibû ku seva pêranegihîştina pizîşkî cane xwe ji dest da.