230 Çalakvanên Sivîl di nameyekê de daxwaza serbest berdana birayên Kurdpûr kirin

15:32 - 15 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: 230 Çalakvanên Sivîl yên Kurd di nameyekê de daxwaza azad kirina bêşert û merc a Xusro û Mesûd Kurdpûr kirin.

Di vê nameyê de daxwaz ji nawend û saziyên mafê mirov hatiye kirin, li gor erkê xwe yên mirovî jibo azadaiya birayên Kurdpûr pêngava havêjin.

Xusro û Mesûd Kurdpûr berwar 8 û 10’ê Adara îsal ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê hatin girtin û heta niha serbarî dudaçûna parêzer û malbata wan, çi bersivek li ser rewşa wan du birayên rojnamenivîs li berdest de niye.

Nusxeyek ji vê nameyê ku jibo ajansa kurdpa hatiye şandin emê wek xwe bilav bikin.

nawend û saziyên mafê mirovan
her wek haydarin, Mesûd û Xusro Kurdpûr, rojnamenivîs û çalakên mafê mirovan pitir ji mehekê ye ku seva sedemek nediyar û bi awayek bêserûber hatine girtin

derbasbûya birayên Kurdpûr li ser mijara nûçegihaniyê û ragehandina mafên mirov bo hemû kesekê xuya û eşkere ye.

Ew du biraye di heyamê salên bihûrî de bi mifah wergirtin li îmkanên takekesî hemû xebatek jibo berevanî kirin ji mafên mirovan dikirin. Girtina birayên kurdpûr ji aliyê nawendên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê nîşana dom kirina zext û giwaşan bo ser çalakên sivîl û mafên mirovên Kurd li Kurdistana Îranê ye.em dilgiranîya xwe li doma binpêkirina mafên welatiyên Kurd û rewşa girtin û û dirêj kirina hayamê binçav kirina wan du birayên çalak radigehînin.

em jibilî xembarbûna xwe li hember reftara nerast û ne yasayî ya dewlet û berpirsyarên ewlekarî û dadverî yê Komara Îslamiya Îranê li pêywendî li gel birayên Kurdpûr û dirêj kiirna bê sedem a girtina wan du birayan, û nebûna dadgehek adilane û pêragihîştin bi dosyeya wan, daxwazê ji hemû rêkxistin û Saziyên mafên mirovan dikin, li gor hest û erkên xwe yên Însanî jibo azadiya wan du birayan xebatê bikin.