23 welatî di sala 1399`an de li Kurdistanê bûne qurbanyê teqîna mînê

14:12 - 30 Adar 2021

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di raporeke cudakirî ya amarî de, bas ji berçavtirîn haletên binpêkirina mafê mirov di Kurdistanê de li heyama sala 1399`an, dike.

Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê, di rapora çaremîn a xwe de, haletên “qurbaniyên teqîna mînê di Kurdistanê de li heyama sala 1399`an”, dixe ber bas.  

Ew amare bi piştgirêdan bi haletên tomarkirî li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirov a “Kurdpa”yê tê belavkirin û belkî amara rastî, pêka vê rêjeyê zêdetir jî be.

Di wê heyamê de 23 welatiyên sivîl bi sedema teqîna mînê di bajarên Kurdistanê de hatine kuştin û birîndarkirin. (7 kuştî û 16 birîndar)

Herwisa 2 karmendlêm mînhelgir li devera Sumar a Qesrşîrînê bi sedema teqîna mînê hatine birîndarkirin.

9 kes ji hêzên Artêş û Întizamî, endamên Spah û wezîfedar jî, li bajarê Dêwulan, sînorê Mêhran, sînorê Serdeşt, Merîwan û yek ji paygahên bajarê Seqizê bi sedema teqîna mînê hatine kuştin û birîndarkirin. (6 birîndar û 3 kuştî)

4 hêzên çavkaniyên jîngehî di parêzgeha Kirmaşanê de jî, di dema agirberbûna daristana Merxîlê de bi sedema teqîna mînê hatine birîndarkirin.

Ronkirina zêde li derheq welatiyên medenî ku bûne qurbaniyê teqîna mînê:

6 kes li bajarê Îlamê, 5 kes li bajarê Kirmaşanê, 3 kes li bajarê Pîranşehrê, 3 kes li bajarê Baneyê, 2 kes li bajarê Urmiyê, 1 kes li bajarê Şinoyê, 1 kes li bajarê Serdeştê û 1 kes li bajarê Xûzistanê

2 kes ji birîndaran 2 zarokên 12 û 7 salî bûn.

4 kes ji birîndaran kolber bûn.

6 kes ji kuştî û birîndaran şiwan bûn.

1 kes ji birîndaran cotyar bû.

Mînên bi cihmayî yên heyama şerê 8 sale yê navbera Îran û Îraqê hemû sala dibe sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên ku li deverên ser sînor in. nêzî 42000 KM çargoşe ji erdê Îranê bi mînên bi cihmayî û karnekirî yên şerê Îran û Îraqê mînrêj e.

Hikûmeta Îranê jî her berdevame ji çêkirin û çandina mînên dijî kesî û bi berevajiya girêbestên navdewletî, li ser wê bawerê ye ku bi mifahwergirtin ji çandin mînan dikare ew sînorê dirêj biparêze.

Pêka vê yekê sînorên Îranê digel Efqanistan, Pakistan û Îraqê hatine mînrêjkirin; di meşa şerê sala 1360`an de li Kurdistanê jî piraniya erdê wê deverê hatine minrêjkirinê.

Amadekar: Evîn Mistefazade