22 Welatiyên din li zîndana Erdebîlê tên darvekirin/Amar

13:22 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarê giştî yê Serdozgeriya Erdebîlê bilav kir ku 22 welatiyên din li zîndana navendî ya wî bajarî tên darvekirin.

Malpera Serdozgeriya parêzgeha Erdebîlê li zimanê “Xulamelî Rizayî”berpirsyarê giştî yê serdozgeriya vê parêzgehê bilav kir, li rojên pêş de hukmê darvekirina 22 welatiyên din li zîndana navenedî ya bajarê Erdebîlê birêve diçe.

Li heyamê 4 rojên bihûrî de 9 kes li zîndana navendî ya Erdebîlê bi tawana bazirganî kirin bi madyên hişber ku yek ji wan darvekiriyan binavê “Hemize Sebûrî”kurê “Kerîm” welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bû,hate darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa,li heyamê 5 rojên bihûrî de 48 welatî li zîndanên Komara Îslamiya Îranê de bi tawanên cûr bi cûr hatine darvekirin ku 5 kes ji wan Kurd û 5’ê din jî Jin bûne.

Amara han bi piştgirêdan bi amara Kurdpa tê bilav kirin û li gor rewşa xirab ya ewlehiyê û her wisa darvekirinên nepenî li Îranê de û nebûna Medyaya azad dinava welatê Îranê de, dibe ku amara rastîn pitir be.