22 kolber li Seqizê hatine binçavkirin

12:39 - 31 Çirriya pêşîn 2020

Hêzên hikûmetiya Îranê 22 kolberên Kurd li sînorên “Birwêşkan” a Baneyê hatine binçavkirin.

Roja Pêncşemî rêkevta 8ê Xezelwerê, 22 kolber li bajarê Seqizê li dema çûn bo kolberiyê di nav maşînê de bi bê hêbûna belge û barê qaçax li ser sînorê “Birwêşkanî” ya gundê “Kêlê” ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin.

 Ew kolberane demjmêr 2 piştînîvro heta 8ê şevê di girtîgeha Îtilaata “Hengê sînorî” de hatibûne ragirtin û bêrêzî bi wan re hatibû kirin.

Ew kolberane di odeyek biçûk de hatbûne ragitin û bi sedema ragirtina wan di wê odeyê de digel karbdestên hikûmetê rastî şerê devkî hatine.

Ew kolberên bêtawan piştî 6 demjmêran hatine azadkirin, lê hemû kelûpêlên wan yên şexsî ji wan hatine sitandin.

Xelkekê zêde li bajarên Kurdistanê bi sebema nêbûna derfeta kar û dahata rojane rû li sînoran dikin bo karê kolberiyê û canê xwe bo peydakirina nan dêxine metirsiyê.