Mehabad:Domandin û bêagahiyî li rewşa Arêş Mela Ehmedî, Keywan Aştap û Yûnis Tenanî piştî 5 heta 13 roj ji dema binçavkirina wan

9ê Pûşperê 1404an a Rojî, piştî derbasbûna 5 heta 13 rojan li ser binçavkirina bêdestûr a Arêş Mela Ehmedî, Keywan Aştap û Yûnis Tenanî, welatîyên kurd ên Mehabadê ji rewş û cihê ragirtina wan tu agahiyek nehatiye destin.
Li gor çavkaniyek agadarî ku ji Kurdpayê re gotiye, roja Pêncşemî 5ê Pûşpera 1404an a Rojî, Arêş Mela Ehmedî, welatîyekî temen 21 salî yê gundê Xangeyê ya ser bi bajarê Mehabadê, bê dayîna belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciyeke nediyr hatiye veguhastin.
Herwiha roja Duşemê 1ê Pûşpera 1404an a Rojî, Keywan Aştap, welatîyekî din yê kurd ê xelkê Mehabadê û perestarê tendiristiyê li nexweşxaneya vî bajarî, bê dayîna belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo ciyeke nediyar hate veguhastin.
Ji aliyekî din ve, 13 roj derbas bûne (îhtimal tê kirin li28ê Cozerdana 1404an a Rojî), Yûnis Tenanî, welatîyekî din yê kurd ê xelkê gundê Hemze avaya ser bi bajarê Mehabadê, bê dayîna belgeha dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo ciyeke nediyar hatiye vegugastin.
Piştî derbasbûna 5 heta 13 rojan li ser binçavkirina bêdestûr a van welatîyên kurd, bi hemî hewlên malbatê ji bo cih û rewşa wan tu agahî tune.
Heta dema belavbûna vê nûçê, sebebên binçavkirin û tohmetên li dijî van binçavkiriyan ne diyar in.
Divê were zanîn ku Yûnis Tenanî di 23ê Gelawêja 1401`ana Rojî jî bê dayîna belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo ciheke nediyar hatibû veguhastin.
Yûnis Tenanî, zewicî û bavê du zarokan e.