Cezayê îdamê yê Muşîr Osmanzade li girtîgeha Urmiyê hat cîbicîkirin

18:05 - 14 Gulan 2025

Sibeha roja Çarşemî, 24ê Banemera 1404an a Rojî, cezayê îdamkirina girtiyê Kurd ê bi navê "Muşîr Osmanzade", ku berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" cezayê îdamê lê hatibû birîn, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hate bicihanîn.
 
Ev girtî roja Duşemê 22ê Banemerê, ji bo cîbicîkirina cezayê îdamkirinê, ji beşa 4an a Girtîgeha Navendî ya Urmiyê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
 
Ev girtiyê Kurd nêzîkî çar salan beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Muşîr Osmanzade kurê Tahir naskirî bi (Ferîq) xelkê Urmiyê ye.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê rayedarên fermî an medyayên hundirîn ên Îranê ve nehatiye ragihandin.