Girtiyê Kurd Riza Mîrî li Girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hate îdamkirin
18:04 - 14 Gulan 2025

Sibeha roja Çarşemî 24`ê Banemera 1404an a Rojî, girtiyê Kurd ê bi navê "Riza Mîrî" xelkê gundê Hersîn a ser bi bajarê Kirmaşanê li girtîgeha Qizil Hisar a li Kerecê hat îdamkirin.
Ev girtî roja Şemiyê, 10ê Banemerê, ji bo bicihanîna cezayê îdamê bo odya takekesî hatibû veguhastin.
Riza Mîrî 5 salan beriya niha bi tohmeta "kirîn û firotina madeyên hişber" hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê rayedarên fermî an medyayên hundirîn ên Îranê ve nehatiye ragihandi.