Cezayê îdamkirina Mêhran Nesirîzer li girtîgeha Qizil Hisar a Kerecê hat cîbicîkirin

00:49 - 13 Gulan 2025

Sibeha roja Duşemê 22ê Banemera 1404an a Rojî, cezayê îdamkirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Mêhran Nesirîzer" ê xelkê Sine li girtîgeha Qizil Hisar a li Kerecê hat cîbicîkirin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, cezayê îdamkirina vî girtiyê 30 salî bêyî hevdîtina dawî bi malbata wî re hatiye bicîhanîn.
 
Ev girtî sê salan beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadwerî ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê han ji aliyê rayedarên fermî an medyayên hundirîn ên Îranê ve nehatiye ragihandin.