Serdeşt; Du mamosteyên Sunnî hatin binçavkirin û cezayê pereyan li wan hat birîn

17:57 - 7 Gulan 2025

15ê Banemera 1404an a Rojî; Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Urmiyê her yek ji wan bi du sal cezayê girtîgehê yê ragirtî û 20 milyon Tûmen cezayê pereyan ceza kir. Mamoste Dr. Selam Mehmûdiyan, pêşnimêjê înê yê gundê "Bêwran a jor" û Mamoste Hesen Xezrî, pêşnimêja înê yê gundê "Bêwran jêr" a ser bi bajarê Serdeştê ne.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, rûniştina dadgehê ji bo lêkolîna tohmetên li dijî van her du melayên Kurd roja, Duşemê 15ê Banemera 1404an a Rojî, li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Urmiyê hate lidarxistin û biryara dadgeha jêrîn ji wan re hatiye ragihandin.
 
Ev her du melayên Kurd, ku di dema serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de piştgirîya gel kirin, çend caran ji bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Urmiyê hatin gazîkirin.
 
Ev herdu mamosteyên Sunî meseb di dema serhildana şoreşgerî ya sala1401`an de gelek caran ji ber piştgiriya wan ji bo gel, xwepêşanderan, birîndaran û malbatên şehîdan, ji bo saziyên ewlehiyê yên Serdeştê hatibûn gazîkirin. Piştî gef û givaşên hêzên ewlehiyê li ser wan, ew li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Urmiyê bi dozeke ewlehiyê-dadwerî re rû bi rû man.
 
Her du mamosteyên Sunî meseb jî gelek caran nerazîbûna xwe li dijî kuştina kolberan li Kurdistanê nîşan dane.